Xatir Ji Min Nexwaze

  • 2018 9 20 | Gotar

 

Xatir ji min nexwaze heval

Ez ji xatir xwestina te ditirsim

Ez ji çûyîn û ne hatina te ditirsim

Ji ber wê xatir ji min nexwaze, dil nikare

Ji ber ku piştî her çûyînekê her tiştek dibe bîranîn

Êdî di holê de gotina ez û te namîne

Ji bilî xeyal û bîranînan ti tiştek namîne

Bîranên te dibin bîranînên bê dawî

Ew bê miriniya di rûyê te de tu carî ji bîr nabe.

Her dema kenê te, axaftin û meşa te

Cihên ku tu lê rûniştiyî

Li her cihekî de dema xeyalên te tên bîra min

Xençerê li nava dilê min dide

Bêrîkiranên min ji te re dilê min de jan dide

Lê heval ez wê dizanim ku

Pêwîste; li ser wan hestan daristana azadiyê mezin bikim

Ew daristan çiqas mezin bibin

Ezê ewqas nêzî te bibim

Ezê bi baweriya serkeftinê daristana xwe av bidim.

 

DENİZ JÊHAT