Xilaskirina Jinên Êzîdî

  • 2019 2 17 | Gotar

Di cîhanê de cih û warê jiyanê cara yekem lê hatî jiyankirin, xaka Rojhilata Navîne. Di heman demê de di nava xaka Rohilata Navîn de jî xaka herî dewlemend û pîroz jî Kurdistana rengine. Ev xak bi vê dewlemendiya xwe bûye dergûşa jiyanê ji bo tevahî mirovahiyê. Ji ber xweşikbûn û dewlemendiyên xwe yên ser erd û binerd hertim bi êrîşên desthilatdaran û dagirkeran re rû bi rû dimîne.  Di 3’ê meha 8’an ku di sala 2014’an de, êrîşên ji aliyên çeteyên hov ên Daîş’ê bi awayek dijmirovî li ser gelê Êzîdî yê Şengalê dan meşandin, bê ku bêjin ev jine, zarok an jî mirovên temen mezinin, mîna agirê sotî her tişt, herkes da ber xwe û çû. Gelê meyê Êzîdiyê li herêma Şengalê rastî fermaneke ku tu caran ne birînên wê tên girtin û ne jî di dîroka mirovahiyê  de cihê xwe winda dike. Heta roja îro jî bi hezaran jin, zarok, keç û mirovên temen mezin ku di fermanê de ketin destê çeteyên Daîş’ê, tên rizgarkirin.

Weke tê zanîn ev demek dirêje dibin sêwana hêzên Suriya Demokratîk( QSD) û bi taybetî di pêşengiya yekîneyên parastina jin YPJ’ê de, bi rihek fedayî pênagava bagera Cizîrê ku qonaxa xwe ya dawî jiyan dike, roj bi roj bi sedan sivîlên ku dibin dagirkeriya çeteyên Daîş’ê de ne tên rizgarkirin.

Îro dema me berê xwe da korîdora ku di bin ewlehiya hêzên Suriya Demokratîk (QSD)’ê de ye, me şahidiya wan kêliyên zêrîn yên ku bi her awayê xwe di mejiyê me de cihek taybet da çêkirin û me ew kêlî bi awayek zîndî jiyankir.

Di nava wan gelê sivîl yê rizgarbûne de jî, jin û keçên ciwan ên Şengalî jî hebûn. Dema ku çavên wan bi şervanên QSD’ê û YPJ’ê ketin, wê kêliyê min di çavê wan de wisa hîskir ji kêfxweşiyan kêm maye wê bi bask bibin û weke çûkan bifirin, ber bi cih û warê Derwêş û Edûlê ve. Ango xaka pîroz û bedew Şengala Rengîn. Ew kêfxweşiya li ser rûçikên wan, bedelê her tiştî bû. Te digo, qey mîna zarokekî biçûk ku piştî dûrbûn û hesreta salan careke din dayîka xwe dibîne, vegera welatê wan kelecanek pir mezin di wan de dabû avakirin. Di her gotinek wan de, tenê peyva derdiket ew bû digotin, “Em pir kêfxweşin ku em gihan şervanên Azadiyê. Em spasiya wan dikin ku em ji destê van dagirker û çeteyên Daîş’ê rizgarkirin. Heta em saxibin jî em qet qenciya şervanên QSD’ê û şervanên YPJ’ê ji bîr nakin.

Dema ew kêfxweşiya wan dayîka dihat jiyankirin, li kêleka wêna şervanan jî bi wê coş û moralê ji bona wan bigihînin xaka wan a pîroz Şengala rengîn, kêlî bi kêlî bi rihê xwe yê fedayî ji wan re dibûn alîkar ta ku wan bi rengek saxlem teslîmê hêzên ewlekariyê bikin. Şervanan jî soz didan wan dayîkan ku heya yek jin, keç, zarok û mirovên temen mezin li wir bimînin ewê hewl bidin ku wan rizgar bikin.

Pelşîn Bêrîtan Gabar