YPJ: Emê bi rihê ciwan yê hevrê Avrîn têbikoşin

  • 2019 3 16 | Daxuyanî

Di kesayeta hevrê Avrîn Amanos de, em hemû şehîdên şoreşa Bakûrê Sûriyê bibîrtînin, ji malbata hevrê Avrîn û tevahî malbatên şehîdan re sersaxî dixwezin û soza bicîhanîna rêya wan nû dikin.  

Em weke gelên Bakûrê Sûriyê û hêzên yekîneyên parastina jin (YPJ) di nav demek dijwar yê tekoşînê de ne. Ev tekoşîn erk, berpirsyariyên mezin dide ser milê her şervaneke me û berdêlên giran ji me dixweze. Hevrê Avrîn Amanos, di nav demek wisa dijwar de di encama qezayê de gihîşt şehadetê.

Heval Avrîn di nav malabat û çerveyek welatparêz de mezin dibe. Hestên xweyî şoreşgerî di temenekî biçûk de dipijin û di temenê xwe yê ciwan de dest bi lêgerîna jiyana azad dike. Weke her keçeke Kurd û Efrînî xilasiya gelê xwe û azadiya xwe di nav xebatê şoreşê de dibîne. Û li ser wê bingehê cihê xwe di nav tevgera ciwanan de digre. Bi rihê ciwan, xwedî li şoreşê derdikeve, di her qada ku bi ser erk û berpirsyarên jê tê xwestin de, diçe bi dilgermî, bi bawerî û hêviyek mezin nêzî jiyan û xebatê şoreşê dibe. Di her qada jiyanê de dibe xwedî ked û fedekariyên mezin.

Hevala Avrîn, di dema beşdarî nav refên YPJ’ê dibê, di encama perwerdeya dibînê de, qezayek derbas dike û di encama qezayê de dighîje şehadetê. Em ji ber vê rewşê xemgîniya malbatê parve dikin û dibêjin serê malbatê saxbe û şehîd namirin.

Li ser wê bingehê em careke din hevrê Avrîn Amanos bi rêzdarî bîrtînin ji malbata wê û tevahî malbatên şehîdan re sersaxî dixwezin û soza me daye şehîdan nû dikin.

Fermandariya Giştî ya YPJ