YPJ’Ê HÊZA PARASTINA WARÊ JINAN NE

  • 2017 29 COTMEH | Nûçe

Di şoreşa rojavayê kurdistanê de, jina Kurd rolekî diyarker leyîst û bû pêşenga şoreşê. Lewma îro şoreşa Bakûrê Sûrî weke şorşa jinê  tê naskirin. Yekemîn gûndê jinê li rojavayê kurdistanê hatiye avakirin û gelek jin têde dixebitin. Ev proje projeya Rêber APO ye. Armanca vê projeyê jî anîna hemû jinan li gel hev e. yekîneyek ya hêzên parastina jin YPJ’ê ji bo alîkariyê bidin çêkirina gûnd, berê xwe dan vê gûndî. Bi yek fikir bi yek rih ji bo avakirina gûndê jinê kar û xebat dan meşandin. Jinên ku cihê xwe di avakirina gûndê jinê de digrin ji hemû pêkhatiyên Bakûrê Sûriyêne. Avakirina gûndê ‘jinwar’ ji bo hemû jinan bingeha heviya jiyana nûye. Şervanên YPJ’ê û jinên ku di vê gûndî de dixebitin nêrînên xwe anîn ziman. Şervanan gotin em weke hêzên parastina jin heya dawî amadene van waran biparêzin û xwedî lê derbikevin. Ev proje ya Rêber APO diyarî jinan kiriye. Ji bo me nirx û wateyekî xwe ya mezin heye. Jinên ku li wir dixebitin jî bi coş û kelecanekî mezin şervanên YPJ’ê pêşwêzî kirin. Jinan gotin em ji ber di vir de kar dikin gelekî kêyfxweşin. Û hatina şervanên YPJ’ê jî ji bo me wate û girîngiya xwe mezine.

Wê van gûndan bibin warên perwerdeyên jinan û afirandina jina azad.