Ypj Ji Bona Tevahî Jinên Cîhanê Hêviya Jiyana Azad e

  • 2018 9 6 | Gotar

Di nava civakê de ji her aliyê ve êriş li ser jinê tên kirin. Çand, beden û zimanê jinê tê tecawûz kirin. Li ser jinê zilm, zext û zordarî tê meşandin lê di nava tevgerê de em li hemberî vê hişmendiyê tekoşîn didin meşandin. Di fikir û felsefa Serokatî de xwe kûr kirin, weke jin xwe bi rêxistin kirin, rastiya xwe û bi rastiya civak nas kirinê re, di heman demê de bi şopandina riya şehîdan re em li hemberî vê hişmendiya civakê tekoşîn dikin. Di perwerdeyên xwe de li ser esasê îrada xwe bi hêz kirinê em di kesayetên xwe de gûhertin pêş dixin. Jinan, bi azadiya sexte re dixwazin di nava civakê de bidin helandin. Nêzîkatiya ji etîk û estetîkê re tenê di aliyê fîzîkî de dixwazin jinê li gorî ku pergal dixwaze bi rêve bibin. Di reklaman de jin weke amûrekê tê bikar anîn, ji cewherê wê tê dûr xistin û di heman demê de jin li beramberî jinê tê biyanî kirin. Xweşik bûna jinê, em di aliyê fikir, rih, hest û tevlîbûn de digirin dest. Li ser van bingehan jî li hemberî hişmendiya pergalê ku di fikra me de hatiye ava kirin em tekoşîn dikin. Ji ber ku weke şoreşger bi taybet jî weke jin eger ku em bi kesayeta xwe re rast şer nekin emê nikaribin xwe bigihînin armancên xwe. Di xwezaya jinê de xuliqkarî heye û di heman demê de jin di cewherê xwe de xwezayî ye. Esas xweşikbûna jinê jî di vir de ye. Di dema a niha de qetil kirin û tecawûz kirina jinê zêde bûye, zext li ser xwezaya jinê bi awayekî herî dijwar tê meşandin ev di bingehê xwe de tirsa pergalê ya li hemberî jinê dide nîşandan. Li hember vê pergalê şer kirin serî rakirin jî xwe bi hêz kirinê pêkan dibe. Civak hatiye bê îrade kirin, pergal bandoriya xwe bi rêya civak û malbetê re li ser kesayet bi xwe dide meşadin. Bi vî awayî di nava civakê de bê îrade kirineke di asta jor de dide rûnişkandin.

Xwe Parastin Ne Tenê Bi Çek e, Esas Xwebûn e

Em weke YPJ’ê ji bona bi hêz kirina hebûna jinê xwe parastinê ne tenê di aliyê çek de digirin dest. Ji ber ku tişta dihêle em wê çekê rast bikar bînin hêza me ya fikrî ye. Em di çi astê de xwe di rastiya Serok APO de kûr bikin, zane bikin emê di wê astê de bikaribin çeka di destê xwe de jî rast bikar bînin. Tişta ku dihêle em di armancên xwe de zelal bibin, hêza wate dayîna me ya ji jiyanê û nas kirina me ya rastiya pergala heyî ye. Eger ku em weke jin xwe di van mijaran de bi hêz nekin emê nikaribin sereftinên rast jî bi dest bixin. Misoger kirina serkeftinên me jî cardin bi xwe zane kirinê pêkan dibe. Di tevahiya zindiyên xwezayê de xwe parastin mijara herî bingehîn e. Dema ku ev dibe civak an jî bi taybet jin mijara xwe parastinê dibe tiştekî jêneveger. Pergala heyî her demê jin ji hev perçe kiriye, di nava artêşa me de ji her derê jin beşadarî nava tekoşînê dibin, li hember perçe bûna jinê di nava rêxistinê de yek bûna jin ava kirin dibe xwe parastina herî bi hêz. Ji ber vê ye ku di roja îro de jin li hember rastiya dijminekî herî hovane şer dikin û bi wêrekiyeke mezin bi ser wî dijminî de diçin. Bingeha vê tekoşîna me jî çavkaniya xwe ji fikir û ramanê Serok APO digre. Bi saya fikrê Serokatî jin xwe nas dike û careke din firsenda bihev re jiyan kirina jinan bi dest dixe. Di dest pê kê de jin di nava pençên civakê de tê fetisandin, ji bona ku jin jî werê rizgar kirin pêwîste dest pê kê civak werê rizgar kirin. Pêwîste civak ji wê hişmendiya zilam werê paqij kirin da ku jin jî bikaribe xwe bigihîne wateya rast ya azadiyê. Di vir de jî mirov dikare bibêje ku azadiya jinê bi azadiya civakê re girêdayî ye û di heman demê de jin di çi astê de xwe azad bike wê ewqas bikaribe di nava civakê de hişmendiya azadiya rast bide ava kirin. Ji ber vê jî vegera cewherê xwe girînge. Weke jin em di çi astê de cewherê xwe yê rast bi dest bixin emê di wê astê de bikaribin bibin yên xwe û xwebûnê bi dest bixin. Ji bona her jinekê tişta herî girîng ew e ku xwebûna xwe bi dest bixe. Ji ber ku her cûre xirabiyên li ser jinê hatine ferz kirin derbas kirina wan bi xwebûnê re gengaze.

Heta Teqez Kirina Azadiya Tevahiya Jinan Em ê Tekoşîn Bikin

Em weke şervanên Rêber APO armanca me ew e ku em bikaribin tevahî jinên di bin zexta hişmendiya zilam de jiyana xwe didin domandin tekoşîneke rast bidin meşadin. Ji ber ku di roja îro de YPJ’ê ji bona tevahî jinên cîhanê bûye modela jiyana azad. Dema ku em li rastiya jiyana xwe temaşe dikin em dibînin ku di nava me de tekoşîneke di çi astê de mezin û bi qasî wê mezin bûna xwe jî tekoşîneke pîroz tê meşandin. Ji ber ku di roja îro de şervanên YPJ ne tenê ji bona jinên Kurd ji bona tevahî jinan bûne hêviya jiyana azad. Em di çi astê de xwe bi hêz bikin di wê astê de emê bikaribin felsefa Rêber APO rast pêk bînin. Li ser van bingehan her serkeftineke me wê gaveke din me nêzî jiyana azad bike û gaveke din emê xwe nêzî tevahî jinan bikin.

Wate dayîna jiyanê weke jin hevdû hîs kirine û li ser van bingehan hevdû bi hêz kirinê, em ji xwe re esas digrin. Û baweriya me bi me heye ku bi vê hêza xwe ti tiştekî ku em bi ser nexin wê nemîne.  

Vînda Ruken