YPJ’ê Bı Pêşengtî Û Berxwedanê Daîş Têk Bır

  • 2018 10 19 | Daxuyanî

Em salvegera 1. ya rizgar kirina bajarê Reqqayê ku, di pêşengtiya jinên Kurd, şervanên YPJ’ê, jinên li seranserî cîhanê têdikoşin û tevahî jinên Rojhilata Navîn de pêk hat, li gelê Bakûrê Sûriyê, tevahî jinan û mirovahiya ku li hemberî terora DAÎŞ serî rakirin û têkoşiyan pîroz dikin. Em di kesayeta şehîd Zozan, Arîn, Hebûn û Sozdaran de tevahî şehîdên di pêngava rizgarkirina Reqqayê de kedeke bêhempa raber kirin bi bîr tînin. Soza girêdana bi şehîdan re nû dikin.  

Weke tê zanîn Bajarê Reqqayê heya berî 17 Cotmeha 2017’an, di bin dagirkeriya çeteyên DAİŞ’ê de bû. Me di 19 Cotmeha 2017’an de li Reqqayê têkbirina DAÎŞ’ê  ji raya giştî re ragihandibû. Hêzên me, bi rihê berxwedana Kobanê û bi sonda tolhildana hemû şehîdên şoreşa Bakûrê Sûriyê, bi baweriya bin xistina DAÎŞ’ê û tojhildana hemû jinan û zarokan di eniyên herî pêş yê operesyona “Cenga Mezin” ya pêngava rizgarkirina Reqqayê de cihê xwe girtin. Çeteyên DAÎŞ’ê, bajarê Reqqa ji bo xwe, weke paytext, bi nav kiribûn. Çeteyan, bi hezaran jinên bê parastin dîl girtin, kirin qefesan firotin û qetil kirin. DAÎŞ’ê bi serdestiya xwe ya ku di bajarê Reqqa’de dida meşandin, weke bazara firotina jinan bikar dianî. Ew dîwarên koletiyê ku li derdora civaka me ya Ereb hatibûn hunandin û çerşefên reş ku li rûyê jinan hatibûn pêçandin bi destê şervanên me hatin avêtin û şewitandin.     

Çeteyên DAÎŞ’ê li ser tevayî mirovahiyê cîhana tirsê dabû ava kirin. Di heman demê de di kesayeta jinên Êzîdî de xwestin tevayî jinan û gelan bixin bin serweriya xwe. Jinên ku li hemberî DAÎŞ’ê derketin, serî hildan, hatin qetilkirin. Kuştina mirovan weke tiştekî rewa dihat dest nîşankirin. Rizgar kirina bajarê Reqqa, di heman demê de bû tolhildana jinên Êzîdî. Bajarê Reqqa’ yê ku bi salan di bin dagirkeriya çeteyên DAÎŞ’ê de mabû bi berxwedaniyeke mezin ya dîrokî ji dagirkeriya DAİŞ’ê hat azad kirin. Rizgar kirina bajarê Reqqa, di heman demê de têkçûna hişmendî û pergala zilamê serdest bû. Bajarê Reqqayê, Eniya berxwedanê ya tevahî jinên cîhanê ava kir. Her wiha Ev destkeftî bi xwe re yekîtiyek ruhî di navbera jinên Ereb û Kurd de da ava kirin.    

Şervanên me bi berxwedaniyeke mezin li hemberî hovîtiya DAÎŞ’ê sekinîn û destkeftiyên gelek mezin bi dest xistin. Di encama seknên qehreman ku li Reqqa û cihên din hat raber kirin de di roja îro de jî pêngava “şerê qedandina çeteyên DAÎŞ’ê” tê meşandin. Em bi vê boneyê hemû hevalên xwe yên niha li eniya Dêre zorê ber xwe didin silav dikin. Bi bin xistina çeteyên DAÎŞ’ê, serkeftina demokrasî û azadiye ye. Di heman demê de ji bona tevahî gelan hêviya pêşerojên azad e.   

Li ser vê bingehê em careke din salvegera 1. ya rizgar kirina bajarê Reqqa li tevayî gelê Bakûrê Sûriyê, mirovahiyê pîroz dikin û di kesayeta hevrê Hêlîn Cûdî, Arîn Qamişlo û herî dawî hevrê Berfîn de ku li Dêre zorê şehîd bû  hemû şehîdên di oxira berxwedana azadiyê de bi bîr tînin û bejna xwe ditewînin. Soza şopandina riya şehîdan û zindî hiştina bîranînên lehengên xwe dûbare dikin. 

                                     

Fermandariya Giştî Ya YPJ’ê