YPJ’ê bi tekoşînê bersiv dide rihê 8’ê Adarê

  • 2019 3 7 | Daxuyanî

Bi rihê çûna serkeftinê, tevahî jinên tekoşer, jinên li her çar aliyê cîhanê kedek mezin ji bo avakirina jiyanek azad û aram didin, em roja 8’ê Adarê li hemûyan pîroz dikin û sekna berxwedêr ya di şexsê Leylayan de rûpelek nû ya berxwedanê dinivisîne bi hestên hevpar yên tekoşîna azadiyê silav dikin.

Em di nav demekî kêlî bi kêlî tekoşîna jinan û berxwedana jinan lê mezin dibe de dijîn. Bi vê rihê tekoşîn û berxwedanê jinên Kurd û tevahî jinên tekoşer yên li her çar aliyê cîhanê îro li hemberî hişmendiya baviksalarî ya ku kuştina jinan rewa dibîne, 8’ê Adarê pêşwazî kirin bêguman manîdare. Tekoşîna jinan di roja îro de bi rihekî hevgirtî, bersivê dide pergala mêtînger, yê ku xwe li ser tinebûna jinê, li ser ne naskirina vîna jinê li ser piyan bigre, li hemberî tekoşîna jina ku xwe bi tekoşînê, şerkirinê û avakirina hişmendiya parastinê ava dike berbi têkçûnê ye. Ev di roja îro de di şexsê çeteyên DAIŞ’ê de bi awayekî herî şênber li ber çavê hemû cîhanê tê jiyan kirin.

  Çeteyên DAIŞ’ê ne tenê hêzekî çekdarî bû, derketiye ser dika dîrokê, ew di serî de temsîlkarê hişmendiya mêrê serdest e. Çeteyên DAIŞ’ê hebûnekî li ser dijminahiya jinan, hatiye avakirine. Tevahî jinan, mirovahiyê û cîhanê dît ku çeteyên daiş’ê hêzekî hemû nirxên civakî, bin pê dike ye, di şexsê jinê de hewl da rûmeta civakê, çanda civakê, exlaqê civakê ji holê rabike. Tevahî cîhanê, mirovahiyê û jinan şahidiya vê hovîtiyê kir. Çeteyên daiş’ê bi kiryarên xwe yên herî hovane li ser jin, zarok û mirovahiyê tevahî cîhan di nav metirsiya mirinê de pêçandibû. Lê îro ev hêz li hemberî rihê berxwedêr yê ku di şexê YPJ’ê de bûye temsîla rihê hemû jinên tekoşer bi serî tewandî çong daniye û xwe teslîmî jinan dike. Ev îfadeya sira tekoşîna jinan ya vê serdemê ye.

     Hêza ku jin makûmî qefesan dikir îro bi destê YPJ’a ku îlhama xwe ya tekoşîn û şerkirinê ji tevahî tekoşîna jinan ya cîhanê digre tê têkbirin. Wê demekî nêz de mizgîniya têkçûna çeteyên DAIŞ’ê ya li hemberî jinên di tekoşînê de bi îsrarin werê ragihandin. Ev têkçûna çeteyan em îro di arîfeya rasthatina 8’ê Adarê û nêzîkbûna Newrozê de dijîn. Ev herdu roj ji bo tevahî jinan û gelên berxwedêr xwedî wateyên dîrokî ne. Ev tekoşîn bi saya fikir, birdozî, felsefe û keda Rêber APO ji bo jinan pêşkêş kiriyê de tê bi destxistin. Me di oxira vê tekoşîna dijwar de bi sedan rêhevalên xwe şehîd dan. Destpêkê di berxwedana serdemê de û di pêngavên din de, me gelek rêhevalên hêja di vê meha bi wate ya Adarê de şehîd dan. Ev meh ji bo me xwedî girîngiyek bi nirx yê mezine. Li hemberî dijminê mirovahiyê her şervanekî me bê ku li pişt xwe binire bi ser çeteyên hov de çûn. Me weke YPJ’ê soz da bû şehîdan, ku heya azadiya tevahî jinan neyê misoger kirin wê tekoşîna me berdewam bike. Emê bi vê bîr û baweriyê ji vir û pêve tekoşîna xwe ya ji bo bi cihanîna armanc û xeyalên hemû jinan tekoşîna xwe ya azadiyê berdwam bikin. Ev ji bo me deyînekî rêhevaltiyê, ji bo hemû şehîdên jin ku di oxira bi destxistina mafê jinê de canê xwe feda kirine.   

 Em tekoşîna jinan ya li hemberî pergala jin tine dike, dikuje, bê vîn dike, bê nasname dike, weke amûra her cûre şidetê li ser werê kirin rewa dibîne, bang li hemû jinan dikin ku hişmendiya xwe parastinê ava bikin. Rêya yekane ya em weke jin, xwe ji pergala ku me tine dihesibîne rizgar bikin avakirina parastina cewherî ye. Jina ku xwe biparêze, jiyanê diparêze, jina ku xwe biparêze civakê diparêze, jina ku xwe biparêze hemû nirxên civakî diparêze. Parastin ferze, em vê ferzê bi tekoşîn û şer li her qada jin tê de nefesê dide jiyanê ava bikin.

Em bi vê wate û girîngiyê 8’ê adarê pêşwazî dikin. Li ser van bingehan em vê rojê carekî din li hemû  jinan, gelên ku tekoşîna jinan bi dilgermî hembêz dikin, di şexsê jinên îro di gravên birçîbûnê tevahî berxwedêrên gravên birçîbûnê, her wiha vê rojê li tevahî jinên Bakûrê Sûriyê û jinên di van kêliyan de, di çeperên şer yên herî pêş de li ber xwe didin pîroz dikin.  

Fermandariya Giştî ya YPJ