YPJ BÛ XEWNA JINÊN ROJHILAT

  • 2018 8 5 | Nûçe

Hatina Dunya Soran ji Rojhilatê Kurdistanê ''Îran'' û tevlî bûyîna nava refên Yekîneyên Parastina Jin şikandina zincîra koletiya sîstema deshilatdar ya Îranê ku li ser her kesekî di nava sînorên dewleta xwe de dide meşandin diyar dike.

Jinên Kurd fêrbûne ku ti carî serê xwe ji ti sîstema ku dixweze wê ji welat û welatparêziya wê dûrbixe netewîne, ji ber bûne wek xwîna ku di laşên wê de derbas dibe, wek çawa ku dema xwîna laşê mirovan disekine mirov dimirin, welatparêziya ku jinên Kurd di xwe de dihewîne ya ku nikare bê wê jiyan bike jî wisa ye. Bi dest pê kirina Şoreşa Rojava re gelek keçên Kurd ji Rojhilatê Kurdisatanê tevlî şoreşa Rojava bûn. Şervanên bi navê Viyan Peyman, Ruken, Adar Mako û gelek şervanên din ku di şerê Kobanê de gihîştine asta şehadetê. Dunya îro yek ji wane û di rêya wan de ye. Şervana YPJ'ê Dunya Soran, dema çeteyên DAIŞ'ê êrişî Kobanê kirin beşdarî dibe û wê ev rastî qebûl nekir û nexwest ji dûrve bisekine. Ji ber wê jî ew û hejmarek mezin ji ciwanên Rojhilat hatin û tevlî Şoreşê bûn ku gelê xwe yê Rojava û tevahî cîhanê re bibin alîkar û ji çeteyên DAIŞ'ê yên ku tirs di dilê her mirovekî çandibû xilas bikin. Li ser vê bingehê Dunya Soran, li ser sedema hatina xwe ya Şoreşa Rojava û tevlîbûna wê ya refên YPJ'ê û rola mezin ya ku jin li Rojava dileyze axivî û got" Ez di sala 2015'an de hatim Rojava, şerê li Kobanê hîn berdewam dikir, gelê Kobanê rastî qatilaman û rijandina xwînê hatibû û ez jî wek jinek ji Rojhilat tevlî wê şoreşê bûm. Ji ber xwesteka min hebû ku ez tevlî şerê li Kobanê bibim, tevahî Rojava rastî êrîşan dihat bi taybet jin û zarok. Ev jî hêşt ku xwesteka min a hatina Rojava û tevlîbûna nava YPJ'ê zêde bibe. Di civaka Rojhilat de gelê  Kurd û bi taybet jin di civakek girtî de jiyan dikin. Gel û bi taybet jin wek lîstûkekê di destê sîstema dagirker û desthilatdar de bû, jin rastî zilm û zodariyê dihat û her wek koleyan û makîneya zarok anînê lê dihat meyzekirin, lê di milî siyasî û pêşketinê de ti mafên wê nîn bû.  Sedema vê jî sîstema Îranê bû, min jî ev sîstem qebûl nekir ji ber vê min serê xwe rakir û hatim ku ez bibim şoreşger. Sîstema niha li Rojava cih girtiye jin têde di hemû aliyan de, siyasî, perwerdeyî û leşkerî de xwe pêşdixe û bi tekoşînekî mezin dighîje asta şehadetê".

"FIKIR Û RAMANÊN RÊBER APO ROLEK PIR MEZIN DI ŞOREŞA JINÊ DE DILÎZE"

Soran, wiha axaftina xwe dewam kir "fikir û ramanên Rêber APO rolek pir mezin di şoreşa jinê de dileyze. Bi tekoşîna xwe jin gîhand vê asta zanebûnê ku partiya jinê hat avakirin, ne tenê di hêzên leşkerî de heta di civakê de jî serbixwe bû û kesayeta xwe li ser esasê jina azad ya ku ziman û çanda xwe diparêze avakir. Jinê bandorek mezin li ser civaka Rojava çêkir û rê li pêşiya tevlîbûna jinan ya nava şoreşê zêde bibe vekir, dema ku dîtin jin ji her derê Bakûr, Başûr û Rojhilat hatin û tevlî şoreşê bûn ev heyecanek da her mirovekî ku tevlî şoreşê bibe. Heta tevlîbûna nava refên YPJ'ê ji Awrûpa û Tirkiyê û dewletên Ereb û tevahî cîhanê hat çêkirin, jin rola xwe di rêveberiyê de digire, bi xwestek û berpirsyariyekî mezin tevdigere. Pêwîste her jinek di nava şoreşê de şoreşê biparêze û xwedî li şehîdan derkeve, zilm û koletiyê qebûl neke û riya rast û sîstema baş hilbijêre. Dîsa jinê berxwedaniyek mezin avakir ji ber wê jî şoreşa Rojava bi şoreşa jinê hat nasîn".