YPJ TOLHILDANA HEZAR SALAN E

  • 2018 8 6 | Gotar

Amargî Zagros

Ez ji bajarê Kobanê me; Tevlîbûna şervanên YPJ’ ê ya ji pêngava Reqqa yê re hêşt ku di warê pêşketina pêngavê an jî rizgar kirina bajêr de gelek bandora xwe bide ava kirin. Sekin û vîna jinê di warê gel û ciwanan de bandoriyeke gelek mezin da ava kirin. Ji ber ku di pêngava Reqqa yê de careke din vîn û sekna jinê derket holê. Ev jî hêşt ku li hember dijmin sekneke fedaî’yane werê raber kirin. Li hember dijminekî weke Daîş’ê berxwedaniyeke gelek mezin hat raber kirin. Di pêngava Reqqa yê de heskirina jin ya li hember jiyan û mirovahiyê gelek berbiçav dihat xuya kirin, hemû cîhan û civakê jî şahidiya vê rastiyê kir. Girêdanbûyîna jinê ya bi civakê re bandoriya xwe li ser tevlîbûna jinê ya di pêngavê de jî kir. Weke gelek pêngavên ku hatin li dar xistin, di pêngava Reqqa yê de jî jin bi vîna xwe tevlî bû. Bi rihê Ş. Hêlîn, Ş. Bahoz, Ş. Nûda di kesayeta van hevalan de serkeftina Reqqa yê mîsoger bû. Reqqa navenda çeteyên Daîş’ê bû lê li hember rihê berxwedêr yê jinê nedikarîn li berxwe bidin û bi bin ketin. Di pêngava Reqqa yê de taybetmendiyên jin ên esasî ku Serokatî behs dike bi awayekî şênber xwe dan pêş. Tişta ku hêşt dijmin bi bin bikeve di bingeh de sekna jinê ya ji xwe bawer û di heman demê de baweriya wê ya bi ser ketina serkeftinê bû.

Şehîd Şayan û gelek hevalên weke Şehîd Şayan di her deme de bi moral û tevlîbûneke gelek xurt wiha digotin ‘’emê nehêlin ku çete di Reqqayê de bimînin.’’ Ev jî baweriya me ya li hember serkeftinê zêdetir dikir. Şehîd Sarîna di pêngavê de her demê alîkariya hevalan dikir û di heman demê de hevalên jin xurt dikirin. Esas çavakaniya serkeftinên me jî bingeha xwe ji felsefeya Serokatî digirt. Ez soza tolhildana şehîdan didim.

Binevş Denîz Andok

Di nava şoreşa Kurdistanê de derkete holê ku jin barê pêşengtiyê girtiye ser milê xwe. Ev misyon bi derketina Rêber APO re derket asta herî jor. Me di rastiya şerê ku hêzên me YPJ’ê da pêşxistin de dît. Me di şer de vîn, bawerî, û esasê serkeftina jiyanê di şerê xwe parastinê de dît. Di pêngava Şedadê de sekna jinê bi hemû hêza xwe bi awayekî bi bandor xwe dida xûya kirin. Cara yekemîn ez tevlî pêngavê dibûm lê belê min ji hevalên xwe yên jin hêz girt. Bi saya birdoziya Rêber Apo jin gihêşt asta ku ji xwe bawer be. Di heman demê de vê baweriyê dide derdorê xwe jî. Di wê derê de weke jin yek armanca me hebû ew jî bir rihê berxwedaniyê sekeftin bi dest xistin û di heman demê de jinên ku di nava pergalê de dihatin perçiqandin ew jin ji wê zilmê xilas kirin bû. Pir caran hevalên xort çi di warê şer de çi jî di warê jiyanê de jin ji xwe re mînak digirtin. Dijmin di nava şer de herî zêde ji hêza jinê ditirse. Di nava şer de jî me her dema ku derfet didît pirtûkên Rêbertî me dixwendin. Ji ber ku herî zêde di nava şer de birdoziya Serokatî xwendin ji bona me pêwîste. Ji ber ku her dema ku em rastiyan dibînin wê demê em dikevin ferqa hêza xwe. Pir caran di grûbekê de hêjmara me hevalên jin kêm bû. Lê rûxmê wê dorhêla ku me tê de jiyan dikir weke jin me dikarî em di wê dorhêlê de bandorî bidin ava kirin. Ev jî bingeha xwe ji sekna me digirt. Gelek caran ji ber ku di nava civakê de şervanên jin bi bandor bûn, ev dihêşt ku ciwanên ku rastiya hêza jinê didîtin tevlî bibin. Ji ber ku cara yekem di nava tevgera azadiyê de jin dibe xwedî hêz û îrade.

Ez bi xwe jî dema ku nû tevlî bûm tişta ku li ser min weke kesayet bandoriya xwe da ava kirin sekna hevalên jin bû. Dema min rastiya jinê nas kir min biryara tevlîbûna xwe da û ez tevlî refên YPJ’ê bûm.