Yekîneyên YPJ’ê Yên Çekên Giran Di Operesyonê de Roleke Mezin Dileyîzin

  • 2018 9 18 | Nûçe

 

Wekî ku tê zanîn tenê herêma Hecîn û çolwarê wê di destê çeteyên Daîşê de mane. Hêzên me li Rojhilatê çemê Firatê pêşveçûnên xwe didomînin.

Di erdnîgariya dawî ya ku çeteyên Daîşê lê asê mayî de pêngava tine kirinê li herêmê sînor û derdora Baxozê ji du eniyan ve berdewam dike. Di van eniyan de pêşketin berdewam dike ji ber ku hêjmara çeteyên Daîşê kêm bûye serî li rêbazên sekvanî û çandina mayinan didin û bi vî awayî di rewşa parastinê de dimînin ji ber vê derdikeve holê ku hêzên wan yê êrîşê lewaz ketiye. Mayînên ku têne çandin zirar digihîjîne jiyana sivîlan. Lê şervanên QSD’ê û YPJ’ê bi berçav kirina hessasiyeta sivîlan re pêşveçûnên xwe berdewam dikin.

Çeteyên Daîşê li derdora gundê Baxoz li hember hêzên me bi guleyê topan êrîş pêk anîn. Di pêşengtiya YPJ’ê de hêzên YPG-YPJ’ê bi topên hawanan cîhên çeteyên Daîşê hedef girtin. Ji aliyê din ve jî hêzên pispor 17 mayînên ku li herêmê hatibûn tespît kirin bi bêbandor kirinê re îmha kirin.

Yek jê şervaneke YPJ’ê Cudî Şoreş Çekdar yê di pêngavê de cîhê xwe digre pêşveçûnên tê jiyîn wiha dinirxîne; “Weke şervanên YPJ’ê em cîhê xwe di nava pêngavê de digrin û tevlî pêngava rizgarkirina Hejînê bûn. Bi çalakiyên tê kirin re rojene pêşketin tê jiyîn ji ber vê di vê pêngavê de biryara me ewe ku erkên girîng yên li ser milê me pêk bînin. Ev pêngav ne tenê dawiya Daîşê ye heman demê de dawiya hişmendiya serdest e û ev bi hêza YPJ’ê re werê bi dest xistin.”

Şervanek din Eylem Êlîn yê ku cîhê xwe di vê pêngavê de digre wiha nirxand; “Niha di pêngava Dêre Zorê de cîhê xwe digrin, ,weke şervanên YPJ’ê ji bo ku pêşketinên hîn xurttir bi dest bixin emê tekoşîna xwe hîn bilindtir bikin. Em ji bo gel û welatê xwe têdikoşin heta ku Daîşê ji welatê xwe tine bikin emê berxwe bidin. Beriya ku tevlî nava refên YPJ’ê bibim min nedizanî da ku jin xwedî îradeyeke ewqasî xurt e. Di pêngava rizgarkirina Minbicê de şer û tekoşîna YPJ’ê, li hember hêzêkî hov şixulandina çek bi rastî bandoreke pir mezin li ser min da çê kirin. Niha jî weke şervanên YPJ’ê di yekîneyên çekên giran de cîhê xwe di vê pêngavê de digrin û ev ji bo jin pêşketineke mezin e. Em ji her hêlê ve xwe bi hêz dikin û jinên ku di nava pergalê de dijîn dibînin ku em bi rakirina çekên xwe re şerê azadiyê didin ji ber vê bandor dibin û ew jî ji bo gihîştina hêza cewherî berê xwe didin nav arefên YPJ’ê.”  

                                Navenda Ragihandina YPJ’ê