ZAROKÊN ASÎ YÊN SERDEMÊ

  • 2018 6 12 | Gotar

 

 

Bêyî ku di destê we de be cihên ku lingên we, we dibirin, çend cihên wisa di jiyana we de hene? Bêyî ku hûn biwazin hûn karin biçin çend cihan? We çend gul li rûyê vê jiyana newekhev de çandine? We çend stranên berxwedêriyê ji vê jiyana ku tiştek ne di xema wê de ye re gotine?  Xilas nabe, xwe bi wate kirina mirovan xilas nabe! Xilas nabin, ne pirs ne jî bersiv bi tu awayî xilas nabin! Her dema ku mirov dikeve wê ferqa ku jiyan ne tenê bi hilm dayîn û stendinê ve sînordare, wê demê lêgerînên fêm kirinê jî, zêde dibin. Ez dixwazim hûn vê rastiyê zanibin, cihê ku mirov lê disekine, wate dayîna mirovan ya jiyanê an zêde dike an jî hêza wate dayînê di mirovan de dide daqurtandin. Tu yê li kûderê be, pêwîste tu li kûderê bî, tu li kûderêyî? Tiştê ku gerdûnê dane te tu yê bi wan re sînordar bimînî? Ev pirs li hember vê serdemê li xwebûna mirov didin, di heman demê de li hember serdemek wisa gelek naîf dimîne. Lê ez, zarokên ku van pirsan pirs dikin û di heman demê de serî radikin dibînim. Zarokên ku tên hevdû dibînin û rêyên hevdû qut dikin. Li Efrînê gelek zarokên wisa yên asî hene… Pirsên bi vî awayî kirine û heman bersiv girtine. Ez dibêjim zarok, ji ber ku kesên hişmendiya wan bi qasî zarokekî paqij be dikarin ji pirsên bê eman re bersivên bê eman bidin. Dema li pêşiya mirov gelek rê hebin ne fikirin ku rêya rast dîtin hêsane. Ji bona rêya rast dîtine pêwîste mirov hinek asî, hinek dîn û hinek jî filozof û şerker be. Şervanên Efrînê, her yek çîrokeke wan heye.  Şervanekî îrlandî ji ber ku bavê wî cotkare navê xwe kiriye ‘Tirpan’. Heta jinên ku zarokên xwe emanetî dayîkên xwe dikin û diçin eniyan, her yek ji wan çîrokeke. Ji berxwedaniya wan re gotin Berxwedaniya Serdemê… Bi rastî jî li hember kirêtiyên ku di vê serdemê de xwe gîhandine lûtkeyê li hember wan kirêtiyan sînge sîng şer dikin. Min Tirpan di nava gurmîniya balafir û hawanan de nas kir. Her demê rûyê wî li ken, xwîn germ û li hember mirovan bi baldar bû. Ez jê re dibêjim “yaw Îrlandaya çi tu ji Şirnexê yî.’’ Tirpan bi dengekî bilind dikene û hewl dide fêrî navê xwe yê nû bibe. Li ser hevdû dûbare dûbare dibêje “Tirpan Şirnex’’ piştre jî dibêje ‘’ Himm xweş xweş’’ û erê dike.

Min ji Tirpan pirsa “te ji Efrînê hes kir’’ kir. Tirpan ji min re got ku; “min qet biyanî bûyîn jiyan nekir. Di navberê de jî pesnê xwe dayînê ji bîr nake. Gotinên “ez germ, ez baş, ez hes kirin’’ pesndayîna xwe dide dû hevdû. cotkariya Efrînê, xwezaya wê ya kesk û kedkariya wê gelek xweşiya wî diçû… Dema hevalên Tirpan jê re gotin “em ê biçin’’ bi rûyê xwe yê sor û li ken xatir ji hevalên xwe xwest. Ez jî di dilê xwe de dibêjim “ Star te biparêze.’’ Ez li ser sedemên ku Tirpan anîne heta vê derê difikirim û ez dibim ew. Li van deran tu kê nas bikî tu dibî ew. Li ser rêyan bi dehan mirovên ku zanin dengê dilê te guhdar bikin û bi gelek mirovên ASÎ re rû bi rû hatin slav dayîn an jî xatir xwestin çi qas xweş be jî lê di milekî de milê wê yê xirab jî heye. Ji ber ku piştre mereqa gelo aniha li kûderê ye, çi dike, çawaye hwd rêzkirina pirsan dirêj dibe û diçe.

Di çîroka her şervanekî/ê de mirov xwe dibîne, ji ber ku heman mijara em tevahî asî kirine û berbi serî hildanê ve birine. Bifikirin tiştên ku yê te bin hinek kesên dirinde (ücube)  ji milê pergala qirêj ya vê serdemê ve dixwazin ji te bigrin. Ev kesên mîna dirindeyan (ücube) wekî ku avê vexwin mirovan dikûjin. Axa mirovan talan dikin û ji were jî, tenê li berxwe dayîn dimîne. Şervan bi hemû ASÎ bûna xwe li berxwe didin. Şervan li Efrînê, ji bona ku tiştek li gel neyê her şêwazî diceribînin lê cardin jî, her rojê mirovên sivîl di encamê top baranên çeteyên dewleta tirk de can didin. Bi awayekî zanebûyî  cihên dîrokî ku civak ji bona xwe pîroz dibîne tên xirab kirin û talan kirin. Ew artêşa nezanên ku wisa difikirin dema cih talan bikin wê karibin hafızaya civakê jî talan bikin, lê nafikirin ku kesên asî xwedî taybetmendiyekî wisa ne ku ti tiştekî ji bîr nakin. Asî ji bîr nakin yên ku ji bîr bikin jî bi tu awayî efû nakin. Di lîteratûra zarokên asî de ji bîr kirin îxanete. Şervan bi hemû hestên xwe yên heyî gelê xwe hîs dikin. Ji bona ku şervan bi xwe jî werin hîs kirin kêlî bi kêlî dîmenên xwe yên di eniyan de parve dikin. Li navenda bajarê Efrînê, di BÎLBOARDÊN(Ekranên) heyî de 24 demjimêran dîmenên şervana li ser ekranên wê tên xûya kirin. Bi vî awayî şervan, gelê xwe her demê slav dikin. Li Efrînê rojê herî kêm du caran gel xwe li pêşberî wan ekranan dibînin. Dema me behsa mijara bêyî ku hûn bixwazin her rojê lingên we we dibin çend cihan, ev jî yek ji wan mijarane. Bêyî ku gelê Efrînê bixwaze her roj lingê wan, wan ber bi BÎLBOARDAN(Ekranan) ve dibe. Gel di wan ekranan de hêvî dibîne. Di wan ekranan de wêne û dîmenên zarokên xwe yên rû li ken dîtin û cardin berxwedanî xistina navenda jiyana xwe gel bi hêz dike û kêfxweş dibin.  Her cara ku ez ji ber wan BÎLBOARDAN (Ekranan)de derbas dibim destê xwe radikim û ez dibêjim “ez gelek ji te hes dikim bîlboard’’ Ew dîmenên di bilboardan(ekranan) de bi qasî ku min kêfxweş dike gel jî kêfxweş dike, bi vî awayî her kesek kare xwe hîn bêhtir himbêz bike. Di bajar de ji ber ku kar zêde ye birçîbûn nayê bîra tu kesî. Heta ku di vê berxwedaniyê de berxwedaniya zarokên asî hebe westandin, gav paşde avêtin wê tine be. Ken û berxwedanî berdewame…