Zarok bîr û paşeroja civakan e

  • 2017 mijdarê 20 | Nûçe

Di 20 ê Mijdara sala 1989 an de Hevpeymana Mafê Zarokan ji aliyê netewên yekbûyî  ve hate erê kirin. Di vê hevpeymanê de 193 dewlet cîhê xwe digrin. Ji bo mafê zarokan jî werê dîtin ev roj di tevahî cîhanê de weke roja mafê zarokan hate erê kirin.

Zarokên li Vê Welatî Hêviyên Sibe Rojê Ne

Ji bo tevahî zindiyan mafê herî xwezayî  mafê jiyankirinê ye. Lê bi zihniyeta serdestan ev maf ji mirovan tê girtin û bi zextên dijwar re rû bi rû tê hîştin. Gelên ku ji bo jiyanekî azad tekoşîn dikin di her demê dîrokê de bi kûştin, tine kirin û şerên dijwar re rû bi rû tên hîştin. Şerên ku ji aliyê zihniyeta serdest ve tê meşandin ji xirakirina gerdûnê cudatir tiştekî din naynê. Ya ku mirovatî li ser lingan digrê; çand û civakbûne.  Li hemberî şerên giran jî rihê civakbûnê her dem zindîbûn û hebuna  xwe diparêzê. Ji bo hebuna civakê tiştê sereke parastin e lê ji bo berdewamiya zîhniyeta serdest jî tinekirina civakê weke erkekî sereke ye. Bi tune kirina çanda civakî re pergala serdest xwe di her qada jiyanê de bi cîh dike.

Berdewamiya çand, ziman, eqlaq û hebuna gelan; di çav, mejî û rihê zarokan de veşartiye. Di dilên biçûk yên zarokan de, dîroka civakbûnê veşartiye. Çavkaniya; zindîbûn, ciwanbûn û nûbûyînê bi qasî dilê zarokan zelale ji bo wê jî hêzên desthiladar tirs û xofên mezin jiyan dikin. çavên ku her tim bi hêvî li cîhanê mêyze dikin, paqij û rast jî zarokin. Di Şerên ku ji bo serdestiyê hatiyê meşandin de yên ku herî zêde bi êş û tinebûnê re rû bi rû mayîne jin û zarokin. Li ser dilên biçûk, birînên mezin û kûr vebûne lê bi siyasetên cûda re ev rewşa heyî her tim ji nedîtî ve hatine dîtin. Hebuna civakan, bi destê dijminên civakê tên tinekirin û hevî tên qut kirin. Rûyên liken dema ku ji bo jiyanekî nû çavê xwe li cîhanê vekirin û şûnve xeyalên mezin jî dest pê dikin. Lê hîn bê ku heqîqeta civakê werê naskirin çavên hêvîdar bi êrîşên desthiladaran re rû bi rû tên. Li beramberî tinekirinê çavkaniya heqîqetê, bi dilên biçûk lê, bi hêviyên mezin têne parastin.

Di Welatekî Bindest De Leyîstokên Zarokan

 Di welatê me de çîroka zarokên, her tim berxwedan û tekoşîn kirine heye. Ji ber ku serî tewandin û tirs di dîroka berxwedaniyan de ti caran derbas nabe. Welatekî dûr û gelê çiyayî, tevî hemû şeran jî dev ji jiyana azad bernedane. Zarokên welatê rojê, bi çanda berxwedanê mezin dibin. Ji nav xirabeyên malan de kûlîlk şîn dibe, zarok dîsa leyîstokên ku nîvçe mayî berdewam dikin. Leyîstokê wan carna bi dengê guleyan carna jî bi rûyên tarî di nivî de têne qut kirin lê, ji ber ku hêvî ewqas xurtin dîsa çavê xwe vedike û leyîstokên xwe berdewam dikin. Hêz û enerjiya zarokan ti caran, nayê radest kirin ji ber ku sînor tine ye. Her çiqasî dijminê me yê zordest bi dîwar û têlan difikirê ku dikarê me ji hevdû qut bike jî ev tenê xwe xapandine. Şer dîtin û jiyan kirin di mirov de şopên gelek kûr dihêle. Îrade û hêrsa şerkirinê ji ber van şopa ye. Li ber çavê zarokekî dayîk û bav tê kûştin, malê ku leyîstokên zarokatiyê tê de derbas bûye tên şewitandin, hevalên wê yên leyîstokê ji wê tên qut kirin, zimanê wê tê qedexe kirin. Ev hemû jî dibin sedema tolhildanê. Dijmin, bi çi şêwazê nêz bibe jî nikarê pêşiya wê bigrê ji ber ku êşên hatine jiyankirin, birînên ku vebûye bi tekoşînê re vedike.

Di Çavê Zarokan De Ji Tirs Zêdetir Kêyfxweşiya Azadiyê Heye

Dengê balafir, klêş û bombeyan wê her tim di bîra wan de be. Dibe ku carna nişkave ji xew şiyar bin, carna jî bi qêrînan xwe bavêjin hembêza dayîkên xwe… Lê ev hemû jî wê bibin sedema rêya jiyana azad. Bi dilên xwe yên biçûk; rastiya çeteyên Daîş ê ya hov û dewletê dagirker ya bê rehm dîtin. Carna di bin panzêran de hatin pelçiqandin carna jî çavê xwe di navbera çar dîwaran de vekirin. Di Reqqa’ yê de bûn mertalê zindî, di Sura Amed’ ê de hatin bin ax kirin. Di kolanan de hatin windakirin lê, dev ji jiyanê bernedan. Ji ber çi dibe bila bibe ji jiyan kirinê hez dikin û girêdanbûneke xurt pêre heye. Hêviyên xwe ji Rojê digrin bi ronahiya Rojê ji tarîtiyê xilas dibin. Li hemberî kûştin, qetil kirin û tine kirina zarokan bêdengmayîna cîhanê ji hevkariyê wan e. Dixwazin neslekî; bê çand, ehlaq û bê  îrade ava bikin. Lê, bi felsefaya Rêber APO ya jiyana azad re hebuna civaka azad jî mîsoger dibe.