Akademıya Şehîd Nejbîr Dewreya Şehîd Bêrîtan Til temir Bi Dawî Kir

  • 7 11 2018 | Gotar

 

Akademiya şehîd Nejbîr ya şervanê nû ku ji pêkhatiyên Ereb û Kurd pêk dihat, dewreya berî 45 rojan hatibû  dest pê kirin bi merasîmeke leşkerî û bi soz dayîna şervanan re hat bi dawî kirin.

Fermandara YPJ ê Sema Efrîn beşdarî merasîma bi dawî kirina dewrê bû û wiha got :" Em dewreya şehîd Nejbîr li serok APO, tevahî malbatên şehîdan, gelê me û hemû Hevalan pîroz dikin.

Her wiha fermandar Sema Efrîn got: "her Hevalekê di felsefeya Rêber APO ya jiyana azad, di xeta şehîdan de xwe pêş xistin. Rêber APO ji bo jina kurd, jina ereb, jina suryan û hemû jinên cîhanê û felsefeya jiyana azad pêşkêş kiriye. Em her jinek karin xwe bi dîtina perwerdeyê re xwe bighînin vê jiyana azad. Bi vê bawerî, hezkirin, îdolojî û felsefeyê hun karin xwe bighînin asta tevlîbûnekî xurt ya ji vê dema pêşiya me ye."

Her wiha fermandar Sema Efrîn, bal kişand ser rola YPJ'ê di Rojava de û got :" Hevalan lêhûrbuyînek dan avakirin û em hêvîdarin di vê mijarê de bikaribin rola xwe bilîzin. Perwerdeya ku Hevalan dîtin di nava yekîneyên xwe de bikaribin bi jiyanî  bikin. Em li ser wê bingehê ji hemû Hevalan re serkeftinê dixwazin."

Piştî fermandara YPJ'ê Sema Efrîn axaftina xwe bi dawî kir, şervanan bi dirûşmeyên (BÊ SEROK JIYAN NABE, JIN JIYAN AZADÎ, ŞEHÎD NAMIRIN) merasîm bi dawî kirin.

Şervanên ku cihê xwe di dewrê de girtine hestên xwe wiha anîn ziman, şervana YPJ'ê Sozdar hesekê got :" Armanca tevlîbûna min ez xwe ji paşverûtiyên civakê xilas bikim û azad bibim, tişta herî bala min kişand perwerdeya li ser dersa jin, jin û şer û şerê taybet bû. Min nas kir  jin dikare şer bike û parastina welatê xwe bike, armanca min ewe ku mafê jinê û welatê xwe biparêzim. Ev parastin çi li Kobanê û çi li Dêrezorê ji min bê xwestin ez amademe biçim."

Şervana YPJ'ê Berfîn cûdî got:" Ez gelekî bi YPJ'ê bamdor bûm û jê hezkir. Ez di perwerdeyê de fêrî pir tiştan bûm û gelek tişt jî me di xwe de guhertin, armanca min ewe em Rêber Apo rizgar bikin û welatê xwe rizgar bikin. Heta nefesek di canê me de hebe em amade ne tekoşîn bikin. Ger êriş li ser Girê spî, Kobanê û Dêrezorê re hertim em amade ne."

Şervana YPJ'ê ya bi navê Ararat Serêkaniyê axivî û got :" Di perwerdê de fikrê me pir berfireh bû û em hîn jî dixwazin xwe kûr bikin. Ji bo me kûrkirin di famkirina Felsefeya Rêber APO de derbas dibe. Ez bi hemû îradeya xwe û di hemû milan de him fîzîkî,ruhî û him jî fikirî amade me parastina welatê xwe bikim û di her alî de parastina mafê jinê bikim."

Şervana YPJ'ê Amara Hesekê got :" Di sîstemê de mafê jinê ne yê axiftin û ne jî yê nerînên xwe anîna ser ziman hebû lê belê, demê ez tevlî YPJ'ê bûm û nava perwerda ku me dîtî de min naskir ku jin mafê wê heye, îradeya jin heye û dikare şer bike. Di nav Hêzên YPJ'ê de rihê Hevaltiyê û fedayîtiyê her li pêşe, her wiha düzen û displîna di nava YPJ'ê de hişt ku ez  kesayeta xwe ava bikim, armanca me ewe em welatê xwe biparêzin."

Girtina dewreyê bi govenda Şervanan bi bawî bû