Ji Çapemenî Û Raya Giştî Re

  • 26 1 2019 | Daxuyanî

 

Her tekoşînek, her berxwedanek sembolên xwe ava dike. Her sembolek jî dibe şopa wê berxwedanê, dibe dîroka wê. Berxwedana Serdemê ya Efrînê jî bû yek ji wan berxwedanên dîrokî ku bi wêrekiya şervanên xwe mora xwe li dîroka mirovahiya berxwedêr da. Gelek ciwanên Kurd li hemberî dagirkeran li berxwe dan û bûn mînakên herî mezin ji hezkirina ax û welat re. Û vaye vê berxwedanê sembolên xwe afrandin. Avesta, Îlan, Barîn, Amargî, Polat, Rosyar, Karker, Hêlîn û endama Navenda Ragihandina YPJ Rohenda bûn sembolên berxwedana serdemê. Ev lehengên ku bûn sembola vê berxwedana bi rûmet, soz û peyamên giranbiha li pey xwe hiştin. Bi van sozên xwe ala berxwedanê dewrî lehengên pêşerojê kirin.

Di kêliyên şer ên herî dijwar de, di kêliya ku dagirkeriya Tirk digot emê di nava sê rojan de Efrînê dagir bikin, rêheval û pêşenga me ya mezin Avesta Xabûr di eniyên şer ên herî pêşde bersiva pêwîst da van hêzên dagirker û bi çalakiya xwe ya fedaîyane ve bû sembola berxwedana Serdemê. Êdî dema Efrîn tê gotin, Avesta tê bîra her kesî. Sekna jina berxwedêr di hafizeyan de zindî dibe. Li ser vê bingehê em jî di şexsê sembola berxwedanê şehîd Avesta de, şehîdên berxwedana Serdemê û tevahî şehîdên şoreşê bibîrtînin û bejna xwe li hember bîranîna wan ditewînin.

Di şexsê rêheval Avesta, Rosyar, Viyan, Tekoşîn, Zîlan, Amargî û Barîn’an de sekna berxwedêr a YPJ cardî derkete holê. Van rêhevalên me careke din nîşan da ku êrîş çiqa dijwar dibin bila bibin, helwesta jina Kurd, helwesta şervanên YPJ’ê zelale û rê nade ti hêzê ku bi hêsanî xaka welatê me dagir bike. Rêhevala me Avesta jî di hevpeyvînek xwe de wiha dibêje; “Ji zaroktî de her destanên lehengiya jinên Kurd dihate ser ziman û berxwedana Besê, Zerîfe, Bêrîtan her wiha lehengiya Arîn Mîrkan û Rêvan bandoreke mezin li ser min ava kir. Wê demê ez têgihiştim ku jinek, pêwîste di her alî de xwe ava bike. Ez di felsefe û dibistana Rêber APO de dibînim ku, jin bi xwe bi zanebûna xwe û bi hêza xwe ya cewherî ve xwe ji nûve ava dike, tekoşîn dike û di oxira azadiyê de şerek bê eman dide meşandin.” Avesta bi van destaneyan mezin bû, lêpirsîneke pir kûr jiyan kir û bi çalakiya xwe ya fedaî ve, bi qehremaniya xwe bû şopdara van jinên serîhildêr.

Vaye ev berxwedana ku di pêşengiya Avesta, Îlan, Karker û Rosyar’an de pêşketî heya roja îro jî bi rengek xurt didome. Em her roj agahiyên çalakiyan ji Efrînê digrin. Li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a ku ji mêj de sînorên mirovhiyê derbas kiriye û bi hovîtiyek mezin bi ser gel û erdnîgariya Efrînê de diçe, çalakiyên şervanan jî xurtir bûne.

Ji xwe her kes baş dizane ku armanca vê dagirkeriyê ewe ku bi taybetî Sûriye, giştî herêmê bixin bin serweriya xwe û planên xwe yên Osmaniya paşverû nû bikin. Lê bila herkes zanibe, wek hêzên parastinê helwesta me zelale û berxwedan bûye felsefeya me ya jiyanê. Ji ber wê jî emê heya dawî gelê xwe, xaka xwe û tevahî jinan biparêzin. Ev ji bo me wek fermanekê ye û emê heya dawî vê fermana hevrêyên xwe yên şehîd, fermana gelê xwe pêk bînin.

Li ser vê bingehê weke Fermandariya giştî ya YPJ’ê em careke din soza xwe li hemberî gelê xwe nû dikin û dibêjin heya ku Efrîn bi temamî rizgar nebe, heya em dagirkeriyê bi temamî neşkînin, welatê xwe rizgar nekin wê tekoşîna me bê navber bidome. Emê di şopa Avesta’yan de zafera mayînde û siberojên azad û bi aram diyarî gelê xwe bikin.

Fermandariya Giştî ya YPJ